Îsraîl: Wê şerê Îranê van rojan bidawî bibe

Îsraîl: Wê şerê Îranê van rojan bidawî bibe

PeyamaKurd- Li demeke ku êrîşên dualî yên Îsraî-Îranê bi hemû tundiya xwe berdewam dikin de, hate ragihandin ku berpirsên Îsraîlî hêviya xwe ya ji bo bidawîbûna şer di demeke nêzîk de anîne ziman.

Artêşa Îsraîlê ragihand, wan di nava du saetan de 100 êrîşên asmanî li dijî armancên li paytexta Îranê, Tehranê, pêk anîne û rêyên gihîştina santrala atomî ya Fordoyê jî kirine armanc. Di encama van êrîşan de, elektrîka li bakurê Tehranê ji bo demeke kurt qut bû, lê Kompanyaya Elektrîkê ya Tehranê piştrast kir ku pirsgirêk hatiye çareserkirin û rewş vegeriyaye asayî.

Li hember vê yekê, Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir, wan gelek armancên stratejîk li Îsraîlê bombebaran kirine. Hêzên Berevaniya Asmanî yên Îranê jî ragihandin ku heta niha 130 dronên Îsraîlê xistine xwar.

Hikûmeta Îranê derbarê ewlehiya santralên xwe yên atomî de daxuyanî da û got, "Ti metirsiyeke qirêjbûna jîngehê bi tîrêjên atomî tune ye." Lê belê, hat gotin ku yek ji êrîşên Îsraîlê avahiya Heyva Sor a li Tehranê kiriye armanc.

Ajansa Reutersê ragihandiye, piştî êrîşan, herî kêm du keştiyên mezin ên petrolê li Kendava Hurmuzê ji rêya xwe vegeriyane, ku ev yek nîşana bandora neyînî ya aloziyê li ser bazirganiya deryayî ye.

Tevî van geşedanên germ, medya Îsraîlê ji zarê çend çavkaniyan ragihand ku berpirsên Îsraîlî hêvîdar in di çend rojên pêş de dawî li vî şerî were. 

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.