Dadgeha Îranê sizayê darvekirinê yê rapvan Tatalu pesend kir

Dadgeha Îranê sizayê darvekirinê yê rapvan Tatalu pesend kir

PeyamaKurd- Dadgeha Bilind a Îranê sizayê îdamê yê rapvanê navdar ê îranî Emîr Huseyîn Meqsûdî yê bi nasnav Tatulî pesend kir.

Hunermend Tatulî sala 2023yan piştî ku mohleta pasaporta wî bidawî bûbû, ji Tirkiyeyê bo Îranê hatibû radestkirin.

Çalakvanên mafên mirovan li dijî biryara dadgeha Îranê kampanya dane destpêkirin û dixwazin înfaza darvekirina Tatalu were rawestandin.

Tatalu bi tohmetên wekî heqareta li pîroziyên îslamê û Hezretî Muhammed tê tawanbarkirin.

Rapvan Tatalu yê 38 salî heta niha 21 albumên muzîkê çêkirine.

Ev nivîs 137 car hatiye xwendin.