La Sagrada Familia bû dêra herî bilind a cîhanê

La Sagrada Familia bû dêra herî bilind a cîhanê

PeyamaKurd- La Sagrada Familia ya ku li bajarê Barselonayê yê Îspanyayê ye û yek ji bajarên cîhanê yên herî zêde turîstan dikişîne ye, bi lêkirina beşeke nû li ser birca xwe navendî bû dêra herî dirêj û bilind a cîhanê.

La Sagrada Familia berhema mîmarê navdar Antoni Gaudi ye ku li bajarê Barselonayê yê Îspanyayê hatiye avakirin. Dêr bi lêkirina perçeyekî nû li ser birca wê ya navendî gihîşt 162.91 metreyî.

Bi vî awayî La Sagrada Familia Katedrala Ulmer Münster a li Almanyayê ku ji sala 1890an vir ve rekora dêra herî bilind di destê wê de bû, derbas kir û bû xwediyê nasnava dêra herî bilind a cîhanê.

Ger avakirina La Sagrada Familia, ku zêdetirî sed sal in berdewam dike biqede dê bilindahiya wê bigihîje 172 metreyan.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.