PeyamaKurd – Serokê Afrîkaya Başûr Cyril Ramphosa diyar kir ku îdiayên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ên ku dibêjin kêmneteweya spî ya welêt "jenosîd kiriye" û "desteserkirina erdê" ya wan bê bingeh û ne rast in.
Ramaphosa di axaftina xwe ya ji bo milet de behsa beşdarnebûna Amerîkayê di Civîna Bilind a Rêberên G20 de ku di 22-23ê Mijdarê de li Johannesburgê pêk hat kir.
Ramaphosa xemgîniya xwe anî ziman ku DYA beşdarî civînê nebûye û got, "Hîn jî mixabin e ku hinceta Amerîkayê ya ne beşdarbûnê li ser îdiayên bê bingeh û ne rast e ku Afrîkaya Başûr li dijî gelê Afrîkaner jenosîd kiriye û erd ji kesên spî desteser kiriye. Ev bi eşkereyî dezenformasyonek li ser welatê me ye."
Ramaphosa behsa biryara Trump a venexwendina Afrîkaya Başûr bo Civîna Bilind a Rêberên G20 li Miamiyê ya 2026an kir û got, "Divê em eşkere bikin ku Afrîkaya Başûr endamek damezrîner a G20 ye û ji ber vê yekê Afrîkaya Başûr bi serê xwe endamek G20 ye."
Ramaphosa tekez kir ku ew dixwazin tevî têgihîştinên nebaş û dijwarîyan têkiliyên dostane bi Amerîkayê re biparêzin û got, "Em ji bilî qencî û dostaniyê tiştek din pêşkêşî gelê Amerîkî nakin."
Ramaphosa diyar kir ku ew kesên ku Trump û rêveberiya Washingtonê dixapînin û dezenformasyonan belav dikin, hewl didin berjewendiyên neteweyî yên Afrîkaya Başûr bixin xeterê û wan têk bibin û wiha got:
"Divê em qet nehêlin ku yên din welatê me ji nû ve pênase bikin, di navbera me de dabeşbûnê çêbikin, an jî em wekî neteweyek diyar bikin. Em dizanin em kî ne. Em Afrîkaya Başûr in. Em bi şiyana xwe ya xebatê û dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên ku bandorê li welatê me dikin têne nasîn."