PeyamaKurd- Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku girtiyê siyasî yê Kurd Nadir Cameşûranî li girtîgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku Nadir Cameşûranî yê ji bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ye û 20 sal bûn di girtîgehê de bû.
Hate diyarkirin ku Tiba Edlî ji malbata wî re ragihandiye ku Nadir di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye, lê malbatê ev îdia red kir û got ku guman li ser sedema mirina kurê wan heye.
Tora Mafê Mirovan ragihand ku Nadir Cameşûranî di çend salên borî de çend caran ji aliyê hêzên girtîgehê ve hatiye êşkencekirin û heta di encama îşkenceyê de çend caran birîndar bûye û neşandine nexweşxaneyê.