Nêçîrvan Barzanî ji vekirina balyozxaneyê spasiya Swîsreyê kir

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî ji vekirina balyozxaneyê spasiya Swîsreyê kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 1ê Kanûnê pêşwazî li Balyozê Swîsreyê yê Iraqê Daniel Hunn kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî destxweşî li Balyozê Swîsreyê kir û spasiya dubare vekirina Balyozxaneya Swîsreyê ya li Bexdayê kir.

Nêçîrvan Barzanî vekirina balyozxaneyê wekî "pêngaveke girîng ji bo bipêşxistina pêwendiyên navbera her du aliyan" pênase kir.

Her du aliyan li ser pêşxistina têkiliyên aborî jî tekezî li ser xwesteka dualî ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de behsa "derfeta kar û veberhênana şîrketên Swîsreyî ya li Herêma Kurdistanê hatiye kirin."

Herwiha gotûbêjkirina pêşketinên dawî yên rewşa herêmê û çend mijarên din ên ku cihê girîngiya hevbeş hatin axaftin.