Fuad Husên: Karê lijneya lêkolînê li ser êrîsa Kormorê berdewam e

Dîroka Weşanê :
Fuad Husên: Karê lijneya lêkolînê li ser êrîsa Kormorê berdewam e

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di hevpeyvîneke televizyonê de li ser êrîşa Kêlgeha Kormorê got, lîjneyek ji bo lêkolîna li ser êrîşa Kormorê hatiye pêkanîn û karê wê berdewam e.

Husên diyar kir, "Diyar e ku ev kar terorîstî ye û li gorî zanyariyên destpêkê êrîş ji navxwe hatiye kirin."

Herwiha bang kir ku rapora derbarê êrîşên berê yên li ser kêlgehên neft û gaza Herêma Kurdistanê bê eşkerekirin, ji ber ku ev êrîş rasterast bandorê li jiyana welatiyan dikin.

Husên destnîşan kir, armanca van êrîşan têkbirina aramî û pêşveçûnê ye û got: "Ev êrîş ne tenê li dijî Herêma Kurdistanê, belkî li dijî welatiyên Mûsil, Kerkûk û hemû Iraqiyan e."