PeyamaKurd- Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ya bi mebesta çekberdana PKKê û çareseriyê hatiye avakirin sibe Înê wê li ser serdana Abdullah Ocalan a li Girava Îmraliyê biryarê bide.
DEM Partî û MHPê beriya niha biryar û helwesta xwe bo vê serdanê ragihandibûn û banga di demeke nêzîk de pêkanîna vê serdanê kiribûn.
Li aliyê din AK Partiyê jî îro 20ê Mijdarê bi vê mebestê civîneke navxweyî li dar xist û diyar kir ku ew serdana Ocalan a bi mebesta pêşveberina pêvajoyê û çareseriyê erênî dibînin. Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler ragihand ku ew wek partî bi awayekî erênî li serdana Komîsyona parlamentoyê dinêrin û dê di dengdana roja înê de dengê "erê" bidin.
Yek ji partiya tifaqa Cumhur Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ku Serokê wê yê giştî Zekerya Yapicioglu di komîsyonê de cî digre, êrênî nêzîkî serdana Îmraliyê dibe.
Serokê MHPê Devlet Bahçelî roja Sêşemê gotibû, eger Komîsyon neçe Îmraliyê, ew bi xwe amade ye bi sê hevalên xwe re biçe û hevdîtinê pêk bîne.
Parlamenterê Batmanê yê HUDA PARê Serkan Ramanli derbarê serdana Abdullah Ocalan de got: "Heke komîsyon biryara çûyîna Îmraliyê bide, ji her partiyekê endamek dikare tevlî bibe. Em destpêkê difikirîn ku belkî ev serdan bibe sedema astengiyan lê eger hemû partiyên wekî AK Partî, CHP, DEM Partî û MHP bibêjin ev serdan ji bo bipêşvebirina pêvajoyê bi feyde ye, em jî dê tevlî vê biryarê bibin. Armanca me serkeftina pêvajoyê ye."
Hêjayî gotinê ye, partiya herî mezin a opozîsyona Tirkiyeyê CHP hîn biryara xwe li ser erêkirina serdana Ocalan nedaye ku tê çaverêkirin sibe bicive û helwesta xwe ji raya giştî re eşkere bike.
Herwiha îro 20ê Mijdarê hate ragihandin ku hejmarek parlamenterên CHPê li dijî serdanê ne, lê partî helwesta xwe ya dawî sibe li komîsyona parlamentoyê wê eşkere bike.