Erebên hawirde zeytûnên Efrîniyan dizîn

Dîroka Weşanê :
Erebên hawirde zeytûnên Efrîniyan dizîn

PeyamaKurd- Erebên hawirde yên li Efrînê hatine bicihkirin, zeytûnên welatiyên Kurd dizîn.

Jêderekê ji Efrînê vîyeoyek belav kiriye ku tê de diyar e Erebên hawirde li newal navçeya Şiyê li nêzîkî rêya Kitix û deşta Dirûmiyê zeytûnên xelkê didizin.

Hêjayî gotinê ye, ev ne cara yekem e ku zeytûnên welatiyên Efrînê ji aliyê hawirdeyan ve têne dizîn. Di demsala zeytûnan a îsal de, gelek caran zeviyên zeytûnan li gundên herêmê rastî diziyê tên.

Diziya zeytûnan ziyaneke mezin digihîne cotkarên Kurd, ku îsal berhema zeytûnan ji ber hişkesaliyê kêm bû.

Darên zeytûnan çavkaniya aborî ya piraniya xelkê Efrînê ye û hejmara wan derdora 18 milyonan e. Piştî sala 2018an artêşa Tirkiyê û komên çekdar Efrîn dagir kirin, bi hezaran dar hatin birîn û weke êzing hatin firotin.