PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di çarçoveya bihêzkirina baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê du balafirên kargo yên alavên leşkerî barkirî gihîştin Rojavayê Kurdistanê.
Hate zanîn ku şeva borî digel firîna du helîkopteran li herêmê, 2 balafirên barkirinê gihîştin baregeha Amerîkî ya Xerab El-Cîr ku dikeve gundewarê Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku ew balafir bi alav û sîstemên elektronîk û moşekavêjan barkirî bûn û herwiha hejmarek sindoqên mezin ên girtî jî di wan de hebûn.
Hêjayî gotinê ye, ji destpêka meha Mijdarê ve hejmarek karwanên Hevpeymaniya Navdewletî ku ji dehan barhilgiran pêk dihatin gihîştine bingehên li gundewarê Hesekê.
Li gorî jêderan di wan karwanan de alavên leşkerî û lojîstîk û elektronî hebûn.