Samê bertek nîsanî serdana Netanyahû ya Basûrê Sûriyê da

Dîroka Weşanê :
Samê bertek nîsanî serdana Netanyahû ya Basûrê Sûriyê da

PeyamaKurd- Serdana Netanyahû ya li ser sînorê Sûriyê bû sedema krîzê û hikûmeta demkî ya Sûriyê bertek nîşan da û wekî “binpêkirina serweriyê” binav kir.

Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, hebûna leşkerî ya Îsraîlê ya zêde li başûrê Sûriyê û serdana Netanyahû ya bi zirxî ya herêmê şermezar kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, roja Çarşemê, li xalên leşkerî yên ku artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyê bicih bûne, lêkolîn kir. Serdana wî ya bi êlekê zirxî û kask, ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve wekî “binpêkirina eşkere ya serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê” hate binavkirin.

Di daxuyaniyeke nivîskî de hate gotin ku Îsraîl hewl dide li herêmê “bûyerên berê çêbûne” bîne ziman û bertek nîşan da.

Hêjayî gotinê ye, piştî rûxandina rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024an de, Îsraîlê hebûna xwe ya leşkerî li başûrê Sûriyê zêde kir û li rojhilatê herêma tampon a di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de xalên nû çêkirin.