PeyamaKurd – Rayedarên bajarê Kobaniyê ji bo çareserkirina krîza mirovî ya ku sê hefte ne berdewam dike, li bajarê Helebê bi rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re civiyan.
Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Kobaniyê, Ferhan Hac Îsa, ragihand ku mebesta sereke ya serdanê “rakirina dorpêça li ser Kobaniyê û dîtina çareseriyan derbarê hêzên hikûmetê yên li gundên Kobaniyê bi cih bûne” bû.
Hac Îsa bal kişand ser rewşa dijwar a bajêr û diyar kir ku Kobanî 21 roj in bi temamî bê elektrîk, av û înternet maye; her wiha kêmasiya xwarin û dermanan gihîştiye asteke xeternak.
Di civînê de daxwaza vekirina korîdoreke mirovî hat kirin û Hac Îsa destnîşan kir ku “Dewletek ku îdîa dike ku nûnertiya hemû gel dike, nikare bajarekî wekî Kobaniyê dorpêç bike.”
Her çend atmosfer wekî “erênî” hatibe pênasekirin û rayedarên hikûmetê eleqe nîşan dabe jî, heta niha sozeke zelal ji bo rakirina tavilê ya dorpêçê nehatiye dayîn.