PeyamaKurd – Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê, Îbrahîm Rezayî, li dijî daxwazên Washingtonê yên di muzakereyên Muscatê de helwêsteke tund nîşan da.
Rezayî bernameya mûşekî ya welatê xwe wekî “garantoreke bingehîn a ewlehiya neteweyî” pênase kir û tekez kir ku dev ji van şiyanan berdan ne mimkin e.
Rezayî daxwaza Amerîkayê ya ji bo sînordarkirina menzîl û kapasîteya mûşekan wekî “trajîkomîk” bi nav kir û hişyarî da ku: “Divê mirov ji pozîsyona qelsiyê bi dijmin re neaxive.”
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Donald Trump hevdîtinên li Omanê wekî “gelek baş” wesif kiribû. Tevî ku Wezîrê Derve Ebas Araqçî civîn wekî “destpêkek baş” dîtibû jî, parlamentoya Îranê li ser şiyanên parastinê peyameke zelal şand daku Amerîka xeyala “paşvekişandina Îranê” neke.