Nêçîrvan Barzanî: Vekirina Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê peyameke zelal e

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî: Vekirina Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê peyameke zelal e

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di merasîma vekirina Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê de axivî.

Barzanî got: “Hebûna vê navenda dîplomatîk li vê derê peyameke siyasî ya zelal e li ser Hewlêrê û Herêma Kurdistanê û wê hevkariya kûr a ku Iraq û Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê re heye nîşan dide.”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: "Peywendiya Herêma Kurdistanê û Amerîkayê li ser bingeha wê hevpariya hevpar a di navbera me de di dema sê dehsalên borî de ye. Amerîka di demên herî dijwar de li kêleka gelê Kurdistanê rawestiyaye.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Em li sala 2003ê bi hev re bûn. Li sala 2014ê jî bi hev re, li kêleka hêzên Pêşmerge, hêzên Amerîkayê, Hêzên Hevpeyman û hêzên Iraqê, me li dijî terorîstên DAIŞê şer kir û me efsaneya DAIŞê pûç kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: "Pabendbûna Amerîkayê bi aştî û aramiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê baweriya bi vê pêşketin û pêkvejiyanê nîşan dide ku me wekî mînakeka serketî pêşkêş kiriye."

Nêçîrvan Barzanî tekez kir: "Em ne tenê hevkariya di navbera hikûmetan de dixwazin, belkî em dixwazin têkiliyên di navbera civak û şîrketên xwe û Amerîkayê de jî pêşve bibin. Em dixwazin ciwanên me bi ciwanên Amerîkayê re têkiliyan çê bikin.”

Barzanî got: "Em dixwazin Herêma Kurdistanê bibe hevpara aramî, aştî û pêşketina deverê, ne ku qada pevçûnê, û em dê bizavên xwe ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkên xwe yên bi Bexdayê re li gorî destûrê bidomînin."

Serokê Herêma Kurdistanê dawiyê jî got: “Em spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê dikin, ji ber piştgirî û alîkariyên wan ên berdewam ji bo Herêma Kurdistanê. Em bi tevahî piştgiriyê didin bizavên Serok Donald Trump ji bo sepandina aştî û aramiyê li deverê.”