Araqçî: Mizakere bi erênî dest pê kirin

Dîroka Weşanê :
Araqçî: Mizakere bi erênî dest pê kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî, piştî bidawîhatina gera nû ya danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re, daxuyaniyek da rojnamevanan.

Araqçî ragihand ku “civîn destpêkekî baş bû, gotûbêjên me erênî bûn”.

Wezîrê Îranî destnîşan kir ku piştî demeke dirêj, wan karîye “hin fikarên xwe ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ragihînin” û di heman demê de nêrînên aliyê Amerîkî jî wergirtine.

Araqçî tekez kir ku “maf û berjewendiyên me di atmosferek baş de hatin nîqaşkirin” û di navbera her du welatan de lihevkirinek ji bo berdewamiya diyalogê pêk hatiye.

Lê belê, wezîrê Îranî bal kişand ser gava pêş û got ku “divê em vegerin Tehranê da ku li ser çawaniya berdewamkirina danûstandinan biaxivin”.

Ev daxuyanî wekî nîşaneyeke erênî ji bo kêmkirina rageşiya li herêmê tê nirxandin.