Tirkiye bi veberhênanên mezin kete bazara enerjî û madenê ya Sûriyeyê

Dîroka Weşanê :
Tirkiye bi veberhênanên mezin kete bazara enerjî û madenê ya Sûriyeyê

PeyamaKurd – Tirkiye ji bo vejenandina aboriya Sûriyeyê û bikaranîna çavkaniyên xwezayî yên wî welatî dest bi pêngavên berfireh kir.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar ragihand ku piştî hilweşîna rejîma berê, Tirkiye yekem welat bû ku tîmên xwe yên teknîkî şand herêmê da ku li ser “maden, gaza xwezayî û petrolê” lêkolînan bikin.

Konsorsiyûmeke navneteweyî ku ji şirketên Tirkiyeyê (Kalyon û Cengiz), Qeterê (UCC) û Amerîkayê (Power International) pêk tê, plan dike ku bi bihayê “7 mîlyar dolarî” çar santralên elektrîkê û santraleke enerjiya rojê ava bike.

Bayraktar tekez kir ku hinardekirina gaza xwezayî ya ji Azerbaycanê ber bi Sûriyeyê ve dest pê kiriye û destnîşan kir ku ev ne çalakiyeke belaş e, lê kiryareke “bazirganî û fînansî” ye.

Wezîr diyar kir ku ji bo Sûriye dîsa li ser piyan bimîne “300 mîlyar dolar” hewce ye û divê çavkaniyên herêmî di aboriya nû de werin entegrekirin daku jiyana normal vegere.