Arpija Sakurajima ya Japonyayê teqiya

Dîroka Weşanê :
Arpija Sakurajima ya Japonyayê teqiya

PeyamaKurd- Di teqîna Volkana Sakurajima ya li parêzgeha Kagoşîma ya Japonyayê de, ewrên xwelî û dûxana arpijê gihîşte bilindahiya 4 hezar û 400 metreyan.

Li Arpija Sakurajima, ku li parêzgeha Kagoşîma ya li başûrê rojavayê Japonyayê ye, çalakiya volkanîk pêk hat.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), di saet 00.57 ê bi dema herêmî de, li kratera Mînamîdake ya volkanê teqîn çêbû.

Hat ragihandin ku ewrên xwelî û dûmana volkanîk a ku di dema teqînê de derket, piştî 18'ê Cotmeha sala borî, cara yekem e ku derdikeve ser 4 hezar metreyan û gihîştiye bilindahiya 4 hezar û 400 metreyan.

JMA'yê ragihand, li hin deverên parêzgehên Kagoşîma, Kumamoto û Mîyazakî dibe ku barîna xwelî bê dîtin û hişyarî da.

Walîtiya Kagoşîmayê jî ragihand ku ji ber teqînê ti zirar çênebûye.