Li Meksîka protestoyên Nifsa-Z: 100 polîs û 20 xwepêsander birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
Li Meksîka protestoyên Nifsa-Z: 100 polîs û 20 xwepêsander birîndar bûn

PeyamaKurd- Li bajarê Meksîko yê Meksîkoyê li dijî polîtîkayên hikûmeta Claudia Sheinbaum ji aliyê Nifşa-Z ve xwepêşandanên tund hatin lidarxistin.

Nûnerên ’’Gen-Z’ bi rêya medya civakî, banga xwepêşandanên tund li dijî narkotîkê û siyasetên ewlehiyê yên hikumeta Sheinbaum kirin.

Serokê Beşa Ewlehiyê ya Meksîkoyê Pablo Vasquez got: “Xwepêşandan bi aştiyane dest pê kirin, paşê kesên rûgirtî kiryarên tundiyê pêk anîn, di encamê de 100 polîs birîndar bûn, 40 ji wan rakirin nexweşxaneyê. Herwiha 20 xwepêşander jî birîndar bûn.”

Li gorî Vasquez, 20 kes bi tawanên dizî û êrîşê di nav de êrîşeke gumanbar a li ser rojnamevanekî, hatin girtin.

Xwepêşanderan sembolên ji rêzefîlma manga ya Japonî "One Piece" û pankartên piştgiriya şaredarê Uruapan, Carlos Manzo yê 1’ê Mijdarê ji ber pêngavên li dijî narkotîkê hatibû kuştin, vekirin.

Hate zanîn ku xwepêşander li ber Qesra Neteweyî kom bûn û beşek ji bircên wê hilweşandin, ji ber vê yekê polîs gaza îsotê bi kar anî.