PeyamaKurd- Siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş, bi hinceta doza Kobaniyê 9 salin li Girtîgeha Edirne ya Tirkiyê girtiye, piştî daxuyaniyê Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç ên derbarê hevdîtina ligel wî de, bi destnivîsa xwe ji girtîgehê peyamek belav kir.
Demirtaş, daxuyaniyên Arinç ên wekî; pir dixwaze bi Erdogan re hevdîtinê bike û ti niyeta wî ya siyasetê bike tune ye, red kir û got, ew dê êdî ji bilî hevalên xwe yên nêzîk, bi ti siyasetmedar û parêzeran re hevdîtinê neke.
Demîrtaş got ku gotinên wî yên di hevdîtinên girtîgehê de têne berevajîkirin û îstismarkirin û diyar kir, “Tiştê ku herî zêde li zora min diçe ew e ku gotin û ramanên ku min îma jî nekirine, li ser navê min ji raya giştî re radigihînin."
Demîrtaş diyar kir ku ew ji helwesta xwe ya bi rûmet tawîzê nade û wiha pê de çû: "Divê her kes zanibe û pê bawer be, ez bi rûmeta xwe, bi serbilindî ketim vir, min rûmeta xwe neda pelixandin û ez dê dîsa bi serbilindî derkevim an jî heta roja dawî ya jiyana xwe li vir bimînim. Ji bo min alternatîfeke din nîne."
Demîrtaş di dawiya peyama xwe de got: "Ti daxuyanî, şîrove û ramaneke ku min ras