PeyamaKurd – Fransayê bang li partiyên siyasî yên serketî di hilbijartinên dawî yên parlementoya Iraqê de kir ku di avakirina hikûmeta nû de bilezînin û ji bo parastina aramiya Iraqê berpirsiyariyê bigirin ser xwe.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrow di peyameke derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û serdema piştî hilbijartinê de tekez kir:
"Pêvajoya hilbijartinê li Iraqê bi dawî bû û dem hatiye ku alî berpirsiyariyê bigirin ser xwe û dest bi avakirina hikûmetek nû bikin."
Barrow girîngiya nehiştina valahiyeke siyasî li Iraqê û hewldana saziyan ji bo parastina istîqrara welêt destnîşan kir. Ev banga Fransayê di demekê de tê ku civaka navneteweyî bi baldarî rewşa Iraqê dişopîne û hêvî dike ku aliyên siyasî zû bigihîjin lihevkirinekê ji bo pêkanîna kabîneyeke nû.