IAEAyê biryarnameyek li dijî Bernameya Atomî ya Îranê pejirand

Dîroka Weşanê :
IAEAyê biryarnameyek li dijî Bernameya Atomî ya Îranê pejirand

PeyamKurd – Encûmena Parêzgaran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) îro biryarnameyeke krîtîk ku ji hêla Brîtanya, Fransa, Almanya û Amerîkayê ve hatibû pêşniyarkirin, li dijî bernameya atomî ya Îranê pejirand. Biryarname bi 19 dengên erê, 12 dengên bêalî û 3 dengên na, hat qebûlkirin.

Daxwazên sereke ji Îranê:

Biryarname gelek daxwazên sereke li ser Komara Îslamî ya Îranê ferz dike, di nav de:

  • Rapordayîna bi hûrgilî:  Hewce ye ku Îran raporeke bêkêmasî û domdar li ser hemî çalakiyên xwe yên atomî pêşkêş bike.
  • Hemahengiya lezgîn: Daxwaz tê kirin ku Tehran bi awayekî lezgîn û berfireh bi IAEA re hemahengiyê bike. Gihîştina bêsînor: Divê Îran destûrê bide mifetîşên IAEAyê ku bi tevahî bigihîjin hemî malperên wê yên atomî, bi taybetî yên ku berê di bin çavdêriya Amerîka û Îsraîlê de bûn an bûne hedef.
  • Zelalkirina gumanan:  Hewce ye ku Îran bersivên zelal bide hemî guman û şikên ku li ser cewherê bernameya wê ya atomî hene.

Helwesta rêveberê giştî û bertekq Îranê:

Berî dengdanê, Rêveberê Giştî yê IAEAyê, Rafael Grossi, di destpêka civînê de tekez kiribû ku rewşa rezervên ûranyûma dewlemendkirî ya Îranê divê ji aliyê mifetîşan ve bi lez were zelalkirin û ji nû ve were rastkirin.

Di bersivê de, Îranê bi tundî hişyarî dabû. Karbidestên Tehranê beriya dengdanê gotibû ku pejirandina vê biryarnameyê "şaşiyeke mezin" e û tekez kiribûn ku ew ê tevgera Rojava "bêbersiv" nehêlin. Tê payîn ku ev biryarname bandoreke nû li ser têkiliyên Îranê yên bi hêzên cîhanî û bi taybetî yên bi welatên Rojava re bike.