Berpirsekî bilind ê serdema Besar Esed hate girtin

Dîroka Weşanê :
Berpirsekî bilind ê serdema Besar Esed hate girtin

PeyamaKurd- Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku Emîd Hemze Mihemed Yasîn hatiye girtin ku efserekî paye bilind ê hêza asmanî ya Sûriyê bû û bi tawanên şer li çend parêzgehên Sûriyeyê di dema rejîma Esed de tometbar e.

Wezareta Navxwe ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand, yekîneyên ewlehiya navxwe li parêzgeha Hemayê, bi hevkariya yekîneyên rûbirûbûna terorê, operasyoneke ewlehiyê ya berfireh pêk anî ku bû sedema girtina Hemze Mihemed Yasîn.

Emîd Hemze Mihemed Yasîn li gorî fermana girtinê, ku ji aliyê dozgerê giştî ve hatiye derxistin, bi tohmeta "kirina tawanên şer û binpêkirinên mezin li beranberî sivîlan" daxwazkirî bû.

Serokê Ewlehiya Navxweyî ya Parêzgeha Hamayê Emîd Milhem Şentût ragihand: “Vekolînên destpêkê diyar kiriye ku Yasîn tevlî êrîşên asmanî yên li ser bajar û bajarokan û armanckirina sivîlan di xwepêşandanên li dijî Esed de bûye.”

Emîd Milhem Şentût daye zanîn: “Ew herwiha bi tevlîbûna di êrîşên asmanî yên li ser gundên li rojhilatê Îdlibê û derdora Hamayê de jî tometbar e, ku bûne sedema komkujiyên li dijî sivîlên bêguneh.”

Serokê Ewlehiya Navxweyî ya Parêzgeha Hamayê eşkere kir ku, ew tometbar ji bo temamkirina vekolînan û amadekirina wî ji bo darizandinê ji aliyên peywendîdar re hatiye şandin.