PeyamaKurd- Bi navbeynkariya Tirkiye û Îmaratê hevdîtin bo pevguhertina dîlan hate kirin.
Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî û Parastinê ya Ukraynayê, Rustem Umerov go ku wî bi fi fermana Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî, bi navbeynkariya hevkarên li Tirkiye û Îmaratê re li ser pevguhertina hezar û 200 dîlên Ukraynî-Rûî hevdîtin kiriye.
Umerov diyar kir, "Di encama van hevdîtinan de, aliyan li ser ji nû ve bicihanîna peymanên Stenbolê li hev kirin. Têkildarî vê mijarê, berdana hezar û 200 Ukraynayiyan tê gotin. Di demeke nêzîk de dê hevdîtinên teknîkî bên lidarxistin da ku hemû hûrgiliyên teknîkî û îdarî yên pêvajoyê zelal bikin. Em bêrawestan dixebitin da ku Ukraynayiyên ku dê ji dîlîtiyê vegerin, Sersal û Noelê li malên xwe, li ser sifrê malbatên xwe û li cem hezkiriyên xwe pîroz bikin."
Serokê Ukraynayê Zelenskî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: "Em li benda ji nû ve destpêkirina pevguhertinan in. Ji bo vê yekê gelek civîn, muzakere û hevdîtin tên kirin."