PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû roja Şemiyê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li ser geşedanên dawî yên herêmê bi rêya telefonî axivî.
Koşka Kremlînê ragihandiye ku her du aliyan "geşedanên dawî yên agirbesta li Şerîda Xezeyê, rewşa têkildarî bernameya navokî ya Îranê û hewldanên ji bo piştevaniya aramiyê li Sûriyeyê" axivîn.
Di daxuyaniya ofîsa Netanyahû de jî hate gotin ku "hevdîtin bi însiyatîfa Serok Pûtîn pêk hatiye û li pey rêzehevdîtinên berê yên li ser mijarên herêmî çêbûye."
Hêjayî gotinê ye, ev pêwendîya telefonî piştî demeke kurt li pey pêşniyara Rûsyayê ya derbarê Xezeyê de pêşkêşî Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir, pêk hat.
Amerîkayê jî pêşnûmayeke li ser plana aştiyê ya Serok Donald Trump a bo Xezeyê pêşkêşî Encûmena Asayişê ya NY kiribû.