PeyamaKurd- Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku roja Şemiyê, 15ê Mijdara 2025an, berbijêrekî serkeftî yê hilbijartinê yê ser bi Partiya Teqedûm ê bi navê Muheymen Hemdanî êrîşî mala fermandarekî Pêşmerge yê bi navê Ehmed Xelef a li navçeya Dûbizê ya parêzgeha Kerkûkê kiriye.
Hate diyarkirin, her çend Pêşmerge li malê nebû jî, berbijêrê Teqedûm gule li mala Pêşmergeyên Zêrevanî reşandiye û ev kiryar zirar û azar gihandiye malbata wî. Fermandariyê ev kiryara nemirovane bi tundî şermezar kir û bang li hêzên ewlehiyê û rêveberiya navçeya Dûbizê kir ku di zûtirîn dem de tedbîrên qanûnî yên tund li dijî Hemdanî bigirin û wî bînin ber dadgehê, da ku bigihêje cezayê xwe yê yasayî.
Sedem: Dengê xwe daye PDKê
Pêşmergeyê Zêrevanî Ehmed Xelef îro 16ê Mijdarê di derbarê bûyerê de ji medya Kurdistanê re diyar kir ku sedema êrîşê ew bû ku Muheymen Hemdanî jê pirsîbû çima di hilbijartinan de dengê xwe nedaye wî. Xelef jî bersiv dabû ku ew Pêşmerge ye û dengê xwe dide partiya xwe, ne partiya Teqedûm. Piştî vê gotûbêjê, Hemdanî hatiye mala Pêşmerge, li dayik û birayên wî xistiye û têlefonên wan jî birine. Pêşmergeyê birîndar destnîşan kir ku Hemdanî gefa kuştinê li wî xistiye û got: "Muheymen min bi gefan ditirsîne. Ew 20 kes bûn, heşt ji wan êrîşî mala min kiriye. Muheymen bi xwe li dayika min xistiye."
Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî di daxuyaniyê de tekez kir ku ew ê hemî tedbîrên qanûnî yên pêwîst li dijî Hemdanî bigirin û rêveberî û hêzên ewlehiyê yên herêmê agahdar kirin ku parastina jiyan û milkê her Pêşmergeyekî û malbatên wan li herêmê berpirsiyariya wan e. Ehmed Xelef jî da zanîn ku ew, dayik, xwişk û birayên wî gilîname li dijî Muheymen Hemdanî tomar kirine û got: "Wî zileyek li dayika min daye û li efserekî jî daye, mal û trimbêlên min jî gulebaran kirine, lewma ez dest ji mafê xwe bernadim."
Wî Pêşmergeyê Zêrevanî ji Serok Barzanî daxwaz kir ku bibe hawara wan û mafê wan, ji ber ku li gorî wî "Qanûn heye lê Muheymen Hemdanî ji qanûnê bihêztir e" û wî ew dever kontrol kiriye.
Pêşmerge Ehmed Xelef herwiha tekez kir ku ew tu lihevkirinên eşîrî qebûl nakin û divê Muheymen Hemdanî biçe zindanê, ji ber vê yekê wî careke din daxwaz kir ku Serok Barzanî mafê wan ji bo wan bistîne û ev mijar bi awayekî qanûnî bê çareserkirin.
Piştî vê bûyerê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hêzeke taybet şandiye bajarokê Dûbizê. Di encamê de, şeş zêrevanên Muheymen Hemdanî hatine girtin û vekolînên li ser bûyerê berdewam dikin.