Li Rihayê dema rijandina betonê înseat rûxiya: 2 mirî, 3 birîndar

Dîroka Weşanê :
Li Rihayê dema rijandina betonê înseat rûxiya: 2 mirî, 3 birîndar

PeyamaKurd- Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê li gundê Qisasê yê navçeya Xelîliyê, dema rijandina betonê qalibê avahiyeke yekqatî rûxiya û 5 karker di bin de man.

Hate ragihandin ku dema karker dixebitîn û betona avahiyê dihat rijandin qalibê wê ket û înşeat ruxiya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman piştî nêzîkî saetekê her du karker ji bin qalib derxistin. Hate hînbûn ku 2 karkeran can da û 3 jî bi giranî birîndar bûn.