CENTCOMê dema mizakereyên bi Îranê re peyama “Aştî bi Hêzê” belav kir

Dîroka Weşanê :
CENTCOMê dema mizakereyên bi Îranê re peyama “Aştî bi Hêzê” belav kir

PeyamaKurd – Şandeyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê li paytexta Omanê, Muscatê, ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên nukleerî civiyan.

Di demekê de ku dîplomat li ser maseyê bûn, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) wêneyên keştiya balafirhilgir USS Abraham Lincoln a li Deryaya Erebî par ve kirin û peyameke tûj a leşkerî şand.

Di lûtkeya Muscatê de Amerîka ji aliyê Steve Witkoff û Jared Kushner ve, Îran jî ji aliyê Wezîrê Derve Ebas Araqçî ve hat temsîlkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ragihand ku “danûstandinên li Muscatê bi dawî bûn û alî li hev kirin ku hevdîtinan bidomînin”.

Lê belê, heman demê de CENTCOMê ragihand ku “Koma Êrîşê ya Keştiya Abraham Lincoln îro li Deryaya Erebî geriyan” û bi dirûşma “Aştî bi Hêzê!” peyamek nîşanî Tehranê da ku di dema dîplomasiyê de vebijarka leşkerî jî amade ye.