Trump: Pêsniyara astiyê ya ji bo Ukraynayê ne plana dawî ye

Dîroka Weşanê :
Trump: Pêsniyara astiyê ya ji bo Ukraynayê ne plana dawî ye

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trumpragihand ku plana aştiyê ya Ukraynayê ku tê gotin bi bandora Rûsyayê hatiye amadekirin, "ne pêşniyara dawî ye." Ev daxuyanîya Trump, piştî wê yekê hat ku li Ukraynayê ev plan bi Peymana Mûnîhê ya sala 1938’an hate şibandin.

Plana 28 xalan ku rêveberiya Trump ji bo îmzekirinê heta roja Pêncşemê pêşkêşî Serokê Ukraynayê Zelenskiy kiriye, van xalan dihewîne: Ukrayna divê hinek herêmên xwe ji Rûsyayê re bihêle, artêşa xwe biçûk bike û dev ji çekên menzîl-dirêj berde. Herwiha, plan cezayên li dijî tawanên şer ên Rûsyayê û hêza aştiyê ya Ewropayê jî li derve dihêle.

Li Ukraynayê, plan rastî nerazîbûneke mezin hat. Zelenskiy got ku welatê wî di navbera "windakirina rûmeta xwe û windakirina hevalbendê xwe yê herî mezin" de rûbirûyê hilbijartineke zehmet de maye. Zlenskiy, tîmeke danûstandinê peywirdar kir ku li Cenevreyê bi Amerîkayê re bicivin. Rayedarên Ukraynayî projeyê wekî "belgeya teslîmbûnê"binav dikin û ji gel jî bertekên tund hatin. Gelek Ukraynayî dibêjin ku plan dê ji bo Rûsyayê zemînek ji bo êrîşên nû amade bike.

Herwiha rêberên Ewropayê jî plan rexne kirin. Serokwezîra berê ya Fînlandiyayê Sanna Marinbelge wekî "bobelatek ji bo cîhana demokratîk"pênase kir û Serokwezîrê berê yê Belçîkayê Guy Verhofstadt jî anî ziman ku Trump xwe li kêleka Putin bi cih kiriye.