PeyamaKurd- Encamnameya Lûtkeya Rêberan a G20'ê ya li Afrîkaya Başûr hat lidarxistin, tevî nerazîbûnên Amerîkayê, hate weşandin.
Di daxuyaniyê de, bi girîngî li ser pabendbûna hiqûqa navneteweyî û Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) hat rawestîn û hemû êrîşên li ser sivîlan û binesaziyê yên li deverên cuda yên cîhanê hatin şermezarkirin.
Rêberên G20'ê dubare kirin ku ew ê ji bo aştîyeke adil, berfireh û mayînde li Ukrayna, Filistîn, Sudan û Komara Demokratîk a Kongoyê bixebitin û diyar kirin ku aramî û domdarî tenê bi aştiyê tê bidestxistin.
Herwiha, ji bo misogerkirina ewlehiya xwarinê ya gerdûnî, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku birçîbûn wek rêbazeke şer neyê bikaranîn û biryardariya hevkariya li ser gihandina xwarinê hat dubarekirin.
Di daxuyaniyê de herwiha girîngiya hevkariya navneteweyî ji bo çareserkirina kêşeyên gerdûnî û îstîqrara aborî hat destnîşankirin. Welatên G20'ê soza domandina hevkariyê dan, nemaze di warên wekî ewlehiya enerjiyê û madenên krîtîk de. Herwiha banga pêşvebirina van çavkaniyan ji bo berjewendiya gelên herêmî kirin.
Di warê teknolojiyê de, hat gotin ku pêşketin û bikaranîna hişê çêkirî (AI) divê bi baldarî were birêvebirin, bi tekezî li ser parastina mafên mirovan û exlaqê. Herî dawî, hat ragihandin ku daxuyaniya hevpar, ku bi gelemperî di dawiya lûtkeyê de dihat çaverêkirin, di encama guhertina bernameyê de di roja yekemîn de hate qebûlkirin.