PeyamaKurd- Li Balafirgeha Eindhovenê ya li başûrê Holandayê, ji ber ku çend dron hatin dîtin, hemû seferên asmanî bi qasî 2 demjimêran hatin rawestandin.
Li qada asmanî ya Ewropayê fikarên ewlehiyê zêde dibin. Li Balafirgeha Eindhovenê ya li başûrê Holandayê, li esman gelek dron hatin dîtin.
Wezîrê Parastinê yê Holandayê Ruben Brekelmans, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: "Li Balafirgeha Eindhovenê çend dron hatin tespîtkirin. Ji ber vê yekê, trafîka hewayî ya sivîl û leşkerî hate rawestandin. Yekîneyên Wezareta Parastinê yên ji bo pêşîgirtina li dronan amade ne ku destwerdanê bikin. Polîs û Polîsê Deryayî yê Qraliyetê jî li cihê bûyerê ne. Lêpirsîneke berfirehtir didome û em ê di dema pêwîst de tevbigerin."
Hêjayî gotinê ye, di meha Îlonê de, zêdetirî 20 dron ketibûn qada asmanî ya Polonyayê û sê balafirên leşkerî yên Rûsyayê jî 12 deqeyan qada asmanî ya Estonyayê binpê kiribûn. Seroka Komîsyona Ewropayê, Ursula von der Leyen, ev binpêkirinên dronan wekî "êrîşên hîbrîd ên ji aliyê Rûsyayê ve" bi nav kiribû.