PeyamaKurd – Nûnerê serokê Amerîkayê yê Trump ku ji ewlehiya sînor berpirse Tom Homan, ragihand ku ew ji şandeyên ICE yên şandibûn Minnesota, wê ji wan 700 xebatkaran paşde vekişîne. Biryar bi hevkariya bi rayedarên xwecîh re hatiye dayîn.
Homan li Minnesotayê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku piştî rayedarên xwecîh yên neyaletê qebûl kirin ku koçberan taslîm bikin, rêvebiriya Trump biryarê da ku jimara wezîfedarkiriyan kêm bike. Homan got:
“Hevkariya me bêhempaye û pêdiviya me bi kêm jimare wezîfedarên ewlehiyê heye. Ji ber rewşekî ewlehiyê çêbûye em ê yekser 700 wezîfedarên xwe paş de vekişînin. Operasyona me ya li Minnesotayê ya ICE biser ketiye.”
Homan got ji ber herkes di heman fikrê de ye û fermandariya zencîre çêbûye, em bawerin dê herkes pêwistiyan bi cîh bîne û wê li Minnesotayê 2 hezar wezîfedar kar bikin.
Jimara li jorê berya operasypon dest pêbike li dora 100 heya 150 kesî bû.