PeyamaKurd – Îran û DYA wê li aliyekî muzakereyan bikin lê li aliyê dinê Îranê baregehên DYAyê yên li welatên Kendavê belav dike da ku bêje; vaye baregehên we dizanim û eger hun êrîşê Îranê bikin wê Îran li baragehên we bixe.
Vê dawiyê Amerîka bi sedema İHAyekî Îranê bi tewrekî êrîşane xwe nêzî keştiya DYAyê kiribû, hêzên CENTCOMê İHA ya Îranê xistibû. Îran jî bi sedema ku keştiya Danimarkayê ketiye nava ava Îranê ya navdewletî, dabû pey keştiyê da ew bigre lê bi eskorta hêzên Amerîkayê ji Îranê rizgar bûbû.
Tevî van bûyeran, niha ajansa Îranê ya Fars bê ku şiroveyekî bike du roje li ser hev wêneyên bargehên leşkerî yên Îranê belav dike.
Baregehên ku Îran wêneyên wan nîşan dide, yek jê ya li Îmaratan El-Dhafraye ku hem DYA û hem Fransa bikartîne û ya dinê jî ya li Bahreynê ya bi navê baregeha İsa ye.
Zelalbûna dîmenan û îşaretkirina ciyên stratejîk yên li ser dîmenan, dema pisporên leşkerî behsa dîmenan dikin, dibêjin ku Îran çavê DYAyê bi van dîmenan ditirsîne.
Îran dibêje eger êrîş here ser Îranê, wê li temamê baregehên DYAyê yên li herêmê bixin.