Êrîşa dronî ya ser balafirgeha Bangoka Kongoyê, grûba M23 girt ser xwe

Dîroka Weşanê :
Êrîşa dronî ya ser balafirgeha Bangoka Kongoyê, grûba M23 girt ser xwe

PeyamaKurd – Li welatê Komara Kongoya Demokratîk, balafirgeha Bangok ku li bajarê Kisangani ye, ket ber êrîşa dronî û êrîşê jî grûba çekdar ya muxalif M23 girt ser xwe. Bi êrîşa dronê, li navenda fermandariya balafirgehê xistin. Hukumeta eyaleta Tshopo ragihand ku di êrîşê de candayîn tineye.

Êrîş, di 31.01.2026an de qewimîbû û êrîşê Tevgera 23 Adarê (M23) girt ser xwe. Hat ragihandin ku navenda fermandariya balafirgehê plan dike ku li ser sîvîlên rojhilatê welat li ser Rutshuru, Lubero, Kalehe, Mwenga û Minembwe operasyonan bike.

Êrîşa M23 bo rayedarên Kongoyê weke hişyariyekiye. M23 ji serê sala 2025an û heya niha, payîtext Goma ya Bakûrê Kivuyê û gelek ciyan xistibû destê xwe.