Li Sûriyê CENTCOMê operasyon kir ser IŞİDê û lîderekî IŞİDê kuşt

Dîroka Weşanê :
Li Sûriyê CENTCOMê operasyon kir ser IŞİDê û lîderekî IŞİDê kuşt

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî yê DYAyê (CENTCOM) ragihand ku bi 50 fuzeyan êrîşên hewayî birine ser hedefên IŞİDê û lîderekî IŞİDê kuştine.

CENTCOMê bi awayekî fermî ragihand ku di navbera 27.01.2026an û 2.02.2026an de 5 caran êrîşên hewayî birine ser çeperên IŞİDê.

Di operasyonan de balafirên şer, helikopter û İHAyan bikaranîne û 50 fuzeyên hassas yên bi aqil bikaranîne. Di operasyonê de navenda IŞİDê ya dan û sitendinê, baregehekî girîng ya lojîstîk, gelek çek û depoya muhîmmatan kirine armanc.

Fermandarê CENTCOMê amiral Brad Cooper li ser operasyonê got:

“Îmhakirina hedefên IŞİDê nîşaneya bergiriya vejandina IŞİDê ya li Sûriyê û hûrbûna me ya li ser mijarê ye.”

Di operasyonê de lîderê IŞİDê yê hatiye kuştin Bilal Hasan Casim e.