Trump û serokê Çînê Xi di rêya telefonê de axifîn

Dîroka Weşanê :
Trump û serokê Çînê Xi di rêya telefonê de axifîn

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Trump bi serokê dewleta Çînê bi Xi Jinping re di rêya telefonê de axifî. Trump li ser axaftina bi Xi re got:

“Bi serokê Çînê Xi re min di telefonê de axaftinekî gelek baş kir. Axaftinekî dirêj û berfireh bû. Me behsa Taywanê, şerê Rûsya-Ûkraynayê, Îran kirîna Çîne ya gas û petrolê ji DYAyê kir.”

Trump got ku di axaftinê de li ser aboriyê, bergiriyê û gera di Nîsanê de ya bo Çînê, Taywan, şerê Rûsya-Ûkraynayê, Îran, kirîna petrol, gas û fasûliya soyayê ya kirîna ji DYAyê, teslîmatên motorên balafiran û gelek mijarên din gotûbêj kirine. Trump got ku axaftina wan gelek baş bûye û weha dewam kir:

“Têkiliyên me bi Çînê û serok Xi re gelek başin û em her dû jî zanin ku rewşê dewam bikin çiqas girînge. Di sê salên serokatiya min ya bê de, ez bawerim bi serok Xi re em ê gelek encamên baş bistînin.”