PeyamaKurd - Serokê Tevgera Hikmetê ya Neteweyî li Iraqê Emmar Hekîm êrîşa li ser Qada Gaza Siruştî ya Kor Morê şermezar kir û got, "Kiryarên wiha wêranker ewlehî û aramiya welêt hedef digirin."
Di daxuyaniyekê de ku roja Pêncşemê (27ê Mijdara 2025an) hate weşandin, Emmar Hekîm, serokê Tevgera Hikmetê got, "Ez êrîşa li ser Qada Kor Mor li Silêmaniyê şermezar dikim û tekez dikim ku kiryarên wiha wêranker ewlehî û aramiya welêt hedef digirin."
El-Hekîm bang li rayedarên têkildar kir ku "kesên têkildar bişopînin û wan radestî edaletê bikin." Wî daxuyaniya xwe bi hêviya, "Bila Xwedayê Teala gelê me û welatê me ji her xerabiyê biparêze" bi dawî kir.