PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 3yê Kanûnê di gotara partiya xwe ya koma AK Partiyê ya parlamentoyê de, bersiv da gotinên Serokê Giştî yê CHPê ku ji bo DEM Partiyê gotibû, ‘Hûn nebin aşiqê celadê xwe’.
Erdogan got, "Bila Birêz Ozel hedefê şaş neke, eger cesareta wî hebe û bixwaze celad bibîne bila li neynikê, li dîroka xwe, li pêşeroja CHPê binêre, dê celad li wir bibîne."
Erdogan û wiha axivî: "Dibêjin piştgiriya DEM Partiyê ya ji bo pêvajoyê sendroma Stockholmê ye. Mirov pêşeroja xwe, sicîla xwe ya reş dizane. Divê mirov ji wî camêrî bipirse, te di temenê xwe de qet dîroka CHPê ya tijî lekeyên şermê nexwendiye? Dibe ku tu nizanibî bê ka kî celad e û kî mexdûr e lê birayên min ên Kurd baş dizanin celad kî ye."
Serdana Serok Barzanî ya Cizîrê
Erdogan di beşeke axaftina xwe de behsa serdana Serok Mesûd Barzanî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê û daxuyaniya ofîsa Serok Barzanî ya li hemberî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir û got, “Ez dixwazim diyar bikim ku em daxuyaniyên bêrêz û bêhed ên doh ku Serokê Giştî yê MHPê Birêz Bahçelî kirine hedef qet qebûl nakin û nayên qebûlkirin. Daxwaza îzahate hatiye kirin. Divê ji vê xeletiya giran vegerin."