Mesrûr Barzanî: Em bi dostaniya Amerîkayê serbilind in

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî: Em bi dostaniya Amerîkayê serbilind in

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta  Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3yê Kanûnê di merasîma vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê de got, vekirina vê komelgehê nîşana bawerî û mayîndebûna Amerîkayê ye û Herêma Kurdistanê jî şanaziyê bi wê hevpeymaniyê dike.

Avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê îro bi merasîmeke taybet bi beşdarbûna Serok Barzanî, berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê û şandeyeke payebilind ji Washingtonê hate vekirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina merasîmê de got, ev proje ne tenê avahiyek e, lê sembola têkiliyek kûr û stratejîk e û destnîşan kir, "Em bi dostaniya xwe û hevpeymaniya xwe bi Amerîkayê re serbilind in.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, "Avakirina mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê ya cîhanê li Hewlêrê peyamek eşkere ye ji bo dost û dijberan ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pabend e ku piştgiriyê bide Herêma Kurdistanê û li herêmê hevkarê sereke dimîne.”

Mesrûr Barzanî hêvî kir ku ev gav dê têkiliyên di warên aborî, bazirganî û çandî de, ji bilî hevrêziya ewlehî û leşkerî ya ku heta niha hebû, bêtir pêş bixe.