PeyamaKurd- Bi amadebûna Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Konsulxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê bi merasîmeke fermî hate vekirin.
Merasîm li avahiya nû ya konsulxaneyê li Hewlêrê, ku wekî mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê li cîhanê tê hesibandin, hat lidarxistin.
Vekirina projeyê bi amadebûna berpirsên payebilind ên herdu aliyan wekî peyamek siyasî û dîplomatîk a bihêz ji bo xurtkirina têkiliyên stratejîk ên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de tê şîrovekirin.
Di merasîmê de berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê beşdarî merasîmê bûn.