PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3yê Kanûnê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas civiya ku piştî serdana Bexdayê gihîşt Hewlêrê.
Hat ragihandin ku armanca sereke ya serdana Michael Rigas bo Herêma Kurdistanê, vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêra paytext e.
Ev konsulxane wekî "mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê li ser asta cîhanê" tê naskirin û vekirina wê wekî nîşana girîngiya pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê tê nirxandin.