Felah Mesal: Veberhêner ji ber gef û gendeliya li Bexdayê direvin

Dîroka Weşanê :
 Felah Mesal: Veberhêner ji ber gef û gendeliya li Bexdayê direvin

PeyamaKurd – Nivîskarê Iraqî Felah Meşal, di nirxandina xwe ya derbarê krîza elektrîkê de, rexneyên tund li pergala siyasî û aborî ya Iraqê girt. Meşal diyar kir ku li bajarên Iraqê, ji ber destwerdana komên çekdar, qaçaxçîtî û gendeliya mezin, veberhêner newêrin kar bikin û sermayeya xwe derdixin derve.

Wî destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê rewş cûda ye; her çend gendelî hebe jî, ew bandoreke neyînî ya mezin li ser projeyên stratejîk û binesaziyê nake. Meşal gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Li Iraqê parlemento bûye cihê dewlemendan û pirsgirêkên wekî tenduristî, perwerde û madeyên hişber roj bi roj mezin dibin."