PeyamaKurd – Rojnama New York Timesê ragihand ku di hefta borî de di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Venezuelayê Nicolas Maduro de di rêya telefonê de axaftinekî bûye.
Tê gotin ku li ser îhtîmala her dû lîder werin cem hev diaxifin lê heya niha negihane ti encamê. Tê gotin ku Trump gotinên xwe yên êrîşane li aliyekî dewam dike û li aliyê dinê li ser îhtîmala dîplomasiyê dixebite.