PeyamaKurd – Di bin siya serdana Papa ya bo Lubnanê û zêdebûna binpêkirinên agirbestê de, Berpirsê Hizbullahê yê Herêma Bekayê Huseyîn El-Nemr helwêsta partiya xwe ya derbarê şer de eşkere kir.
El-Nemr îro (01.12.2025) di çalakiyeke partiya xwe de axivî û got: "Niyeta me ya şer tune ye, lê eger şer li ser me were ferzkirin, em amade ne li qadê bersivê bidin. Em ti carî ala spî ranakin û teslîm nabin."
El-Nemr daxwazên navdewletî û zextên ji bo danîna çekan wekî "teslîmiyetê" binav kir û red kir. Li aliyê din, Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê Hanî Marzûk, Hizbullah bi "kişandina herêmê bo nav şer" tohmetbar kir û gefa berfirehkirina êrîşan xwar. Ev daxuyanî di demekê de tên ku agirbesta 27ê Mijdara 2024an, ji ber êrîşên berdewam ên Îsraîlê, di xetereyê de ye.