Iraqê darizandina 1,387 girtiyên DAIŞê yên ji Sûriyeyê hatine veguhestin da destpêkirin

Dîroka Weşanê :
Iraqê darizandina 1,387 girtiyên DAIŞê yên ji Sûriyeyê hatine veguhestin da destpêkirin

PeyamaKurd – Rayedarên Iraqî bi awayekî fermî ragihand ku lêpirsîna yasayî li ser koma mezin a endamên DAIŞê yên ku ji axa Sûriyeyê hatine veguhastin, dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “lêpirsîn li ser 1,387 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê yên ku vê dawiyê hatine veguhestin” di bin çavdêriya Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê de dê bi rê ve biçe.

Ev girtî beşek in ji plana veguhestina 7,000 endamên DAIŞê ku berê di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bûn.

Piştî ku Amerîkayê ragihand ku hevalbendiya wan bi HSDyê re “bi giranî bi dawî bûye” û hikûmeta Şamê wekî aliyê rewa qebûl kir, proseya radestkirina girtiyan bo Iraqê leztir bû.

Li gorî agahiyên ewlehiyê, di nav van girtiyan de welatiyên Sûrî, Iraqî û Ewropî hene. Tê payîn ku tawanbar li gorî qanûnên dijî terorê yên Iraqê, ku bi cezayên herî giran wekî “îdam û hepsa ebedî” tên naskirin, werin darizandin.