PeyamaKurd – Di roja yekem a cîbicîkirina peymana 30ê Rêbendanê (Çile) de, bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di nava liv û tevgerên krîtîk de ye.
Li gorî rêkeftina navbera Şam û HSDyê, tê payîn ku nêzîkî 250 çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi çekên sivik derbasî navenda bajarê Hesekê bibin.
Heta niha ev hêz li Şedadiyê li benda fermanê ne da ku pêvajoya “entegrasyona hêzên ewlehiyê” bidin destpêkirin.
Li aliyê din, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo parastina aramiyê, îro saetên sibê li seranserê bajarê Hesekê qedexeya derketina derve ragihand.
Ji ber vê qedexeyê, kargeh û bazar hatine girtin û kolanên bajêr vala mane. Hat ragihandun ku ev qedexe dê heta saet 18:00ê êvarê berdewam bike.
Tevî ku li ser erdê nezelalî û bendewarî heye, balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî jî carinan li esmanê herêmê çavdêriya rewşê dikin da ku rê li ber aloziyan were girtin.