PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji bo hevrêzkirina operasyonan û xurtkirina peywendiyên bi nifûsa Durzî re li Sûriye û Lubnanê, “navendeke leşkerî ya taybet” ava kiriye.
Hat eşkerekirin ku General-major Ghassan Alianê ku wekî efserê herî payebilind ê Durzî di artêşê de tê naskirin, ji bo birêvebirina vê mîsyona nû hatiye tayînkirin.
Alian berê wekî “koordînatorê çalakiyên hikûmetê li axên Filistînî” kar dikir.
Ev navenda nû dê rasterast di bin “Fermandariya Bakur a Artêşa Îsraîlê” de bixebite. Erka sereke ya mîsyona bi serokatiya Alian, misogerkirina “hevrêziya stratejîk” di navbera Tel Avîv û civakên Durzî yên li ser sînorên bakur de ye ku di bin bandora şerê li Sûriye û Lubnanê de ne.
Ev gava Îsraîlê wekî beşek ji stratejiya parastina bandora welat li herêmên krîtîk ên mîna “Bilindahiyên Golanê û başûrê Lubnanê” tê nirxandin.