PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku plana Amerîkayê ya bi 28 xalan dikare bibe bingeha dawiyê ya aştiyê ya di navbera Rûsya û Ûkrayna de. Putin her weha got ku Amerîka hêj li ser planê muzakereyan nekiriye.
Putin ragihandina xwe di civîna li Moskovayê ya konseya ewlehiyê de kir. Muzakereyên navborî yên li ser 28 xalan li Alaskayê hatiye kirin. Putin got:
“Plana Trump ya şareseriya bi Ûkrayna re berya Alaskayê jî hatibû munaqeşekirin. Terefê Amerîkayê xwest ku em nermahiyê nîşan bidin û tawîzan bidin. Di wexta hevdîna li Alaskayê de, tevî bo me tevlihevî û zahmetî hebûn jî me got ku em di van mijaran de hemfikrin.”