Îsraîl: "Tirkiye êdî ne hevalbend e, dewleteke dijmin e"

Dîroka Weşanê :
Îsraîl: "Tirkiye êdî ne hevalbend e, dewleteke dijmin e"

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Diyasporayê yê Îsraîlê Amîchaî Chîklî di daxuyaniyên xwe yên herî dawî de bal kişand ser kûrbûna krîza bi Tirkiyeyê re û daxwaz kir ku hemû pêwendiyên dîplomatîk bi temamî werin birîn. Chîklî Tirkiye êdî ne wekî hevalbend, lê wekî "dewleteke dijmin" pênase kir û hişyarî da ku hebûna leşkerên Tirk li Xezeyê dikare bibe sedema şerekî rasterast di navbera her du artêşan de. Bi dîtina wî, her xeletfêmkirineke piçûk di vê qadê de dikare bibe karesateke mezin, lewma wî bang li rayedarên Tirk kir ku ji Xeze û Sûriyeyê dûr bikevin.

Di çarçoveya hevsengiyên herêmî de, Chîklî Rojhilata Navîn dabeşî du blokan kir û Tirkiye di nav baskê "Îslamîstên radîkal" de bi cih kir. Wî îdia kir ku Erdogan li ser şopa Ayetullahên Îranê dimeşe û Tirkiye êdî ne dewleteke demokratîk e. Her wiha, wî destnîşan kir ku îdeolojiya Birayên Misilman a ku Tirkiye, Hemas û Qeter piştgiriya wê dikin, ne tenê ji bo herêmê, lê ji bo Ewropa û Amerîkayê jî gefeke mezin e.

Wezîrê Îsraîlî her wiha rexne li nêzîkatiya "dostane" ya Donald Trump a beramberî Erdogan girt û diyar kir ku Serokê Amerîkayê di vê mijarê de şaşiyekê dike. Chîklî bawer dike ku Erdogan ne dostê rojavayan e û lîstikeke dualî bi Amerîkayê re dimeşîne. Ev daxuyaniyên tund piştî wê yekê hatin ku Erdogan bi tundî êrîşî Netanyahû kiribû û ew bi "Firewn" re şibandibû, ku ev yek nîşana herî zelal e ku têkiliyên her du welatan gihîştine xala herî xeter.