PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, derbarê danûstandinên navbera Hêzen Sûriya Demokratîk (HSD) û Şamê de axivî û got, “Rêça danûstandinên di navbera YPG û Şamê de girîng e.”
Fîdan di weşaneke televizyoneke Tirkî de wiha got: “Rêça hevdîtinên di navbera YPG û Şamê de girîng e. Wekî hûn dizanin, ev hevdîtin demekê rawestiyabûn, bi taybetî piştî midaxeleya Îsraîlê ya li başûr û ji ber hinek rûdanên din ên li herêmê. Em li bendê ne ku hevdîtinên ku Şam bi YPGyê re dimeşîne bigihîjin xaleke diyarkirî. Danûstandinên ku têne meşandin hene, hevdîtinên ku bi Amerîkiyan re tên kirin hene, hevdîtinên ku em dikin hene. Em dixebitin ku ev di xalekê de bigihin cihekî.”
Fîdan herwiha li ser mijara Îsraîl û Sûriyeyê jî wiha axivî: "Niha meseleya me ya yekem û ya herî mezin a me û Amerîkiyan ew e ku em piştrast bikin ku Îsraîl ji bo Sûriyeyê nebe gef û Sûriye jî ji bo Îsraîlê nebe gef û her kes bala xwe bide ser yekparçeyiya axê û serweriya hev. Niha beşek ji axa Sûriyeyê di bin dagirkeriyê de ye, divê ev dagirkerî bi dawî bibe û nabe ku nêzîkatiyeke ku gefê li Sûriyeya mayî dixwe jî hebe. Pir girîng e ku Amerîka piştgiriyê bide nîzam, refah û îstiqrara li Sûriyeyê."