PeyamaKurd – Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê îro li Beştepeyê bi rojeveke mijûl wê bicive.
Kabîneya Serokkomariyê îro (Duşem, 2ê Sibata 2026an) saet 15:00an de li Kompleksa Serokkomariyê di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan de wê bicive.
Xala sereke ya rojevê wê rageşiya DYA-Îranê be. Enqere demek dirêj e dîplomasiya serşokê dike da ku pêşî li pevçûnek di navbera her du welatan de bigire. Serokkomar Erdogan bi Serokê DYA Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pazeşkian re bi rêya telefonê axivî û peyamên ji bo kêmkirina rageşiyê şandin.
Enqereyê herwiha pêşniyarek ji bo lûtkeyeke sêalî ji rêveberiya Washingtonê re şandiye. Di vê çarçoveyê de, geşedanên dawî yên di derbarê Îranê de û tedbîrên pêwîst ên ku werin girtin wê di civîna Kabîneyê de werin nîqaşkirin.
Mijareke din a civînê wê Sûriye be. Peymana nû û pêvajoya entegrasyonê ya di navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) de wê di civînê de were nîqaşkirin.
Geşedanên li Xezzeyê û gavên gengaz ên ku di vî warî de werin avêtin jî wê werin nîqaşkirin.
Di civînê de armanca "Tirkiyeyek bê teror" û geşedanên di aboriyê de jî wê werin nîqaşkirin.